Ji Rûsya, Îran û Tirkiyê daxuyaniya hevbes a Sûriyê
PeyamaKurd – Di encama hevdîtinên Astana gera 16emîn de, Rûsya, Îran û Tirkiye ku xwe wekî welatên garantor didin nasîn, daxuyaniyeke hevbeş ragihandin.
Di daxuyaniya hevbeş a roja duyem a hevdîtinên li Qazaxistanê birêve diçin de, hat gotin, “Wê di serî de DAIŞ, hevkariya dijî terorê berdewam bike.”
Herwiha hat diyarkirin ku di gera 16emîn de, welatên beşdar giraniya xwe didin tekeziya bo yekparçebûna Sûriyê, alîkariyên mirovî û ji nû ve destpêkirina xebatên Komîteya Destûra nû ya Sûriyê.
Dîsa hat gotin ku mijarên pevguhertina mehkûman, azadkirina rehîneyan û lêgerîna kesên winda wekî mijarên xurtkirina pêbaweriyê hatine guftûgokirin.
Hevdîtinên Astanayê sala 2017an bi mebesta dîtina çareseriyê bo krîza Sûriyê bi garantoriya welatên Rûsya, Îran û Tirkiyê hatibûn destpêkirin ku rejîma Sûriyê û beşk ji opozîsyonê jî beşdariya wan hevdîtinan dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin