Ji Rûsya daxuyaniya dewriyeya hevbes a nû bi Tirkiyê re
PeyamaKurd – Piştî boykota Tirkiyê ya 3 caran a beşdarnebûna dewriyeyên hevbeş ên li Rojavayê Kurdistanê, doh 17ê Sibatê car din hêzên Rûs-Tirk dewriyeyên hevbeş ên di çarçoveya rêkeftina Soçiyê de gerandibûn.
Navenda Lihevanîna Aliyan a Rûsî li Sûriyê îro derbarê dewriyeya hevbeş de daxuyanî da û got, li sînorê Tirkiye-Sûriyê hêzên Rûs-Tirk dewriyeya hevbeş encam dane.
Serokê navenda Rûsî Oleg Juravlyov da xuyakirin, "Dewriyeya hevbeş a Rûs-Tirk a nû li herêmên Qamişlo-Şeyrek-Dellik-Qesra-Erada-Kebira-Tavrat-Şevkat-Dellik-Şeyrek-Qamişlo hatiye encamdan.”
Rayedarê rûsî herwiha ragihand ku polîsên leşkerî yên rûsî li herêmên Reqa û Helebê jî dewriyeyan digerînin û herwiha dewriyeyên esmanî jî encam didin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin