Rûsya û Tirkiyê li Idlibê 15emîn dewriyeya hevbes kirin

04 June 2020 13:27 0 dîtin
Rûsya û Tirkiyê li Idlibê 15emîn dewriyeya hevbes kirin

PeyamaKurd  Wezareta Berevaniya Tirkiyê (MSB) ragihand ku hêzên Rûsya û Tirkiyê, li M4a Idlibê bi beşdariya hêzên bejahî û esmanî 15emîn dewriyeya hevbeş kirine.

MSBê li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihand, ku di çarçoveya rêkeftin Rûsya û Tirkiyê de hêzên Rûsya û Tirkiyê li M4a Idlibê bi beşdariya hêzên bejahî û esmanî bo cara pazdemîn dewriyeya hevbeş kirine.

Hêjayî gotinê ye ku, herî dawî di 2yê Hezîranê de, di çarçoveya rêkeftina Rûsya û Tirkiyê de hêzên rûsî û tirkî dewriyeyeke hevbeş kiribûn.