Rûsyayê ji bo Idlibê hisyarî da Tirkiyê!
PeyamaKurd – Balyozê Rûsya yê li Şamê Aleksandr Yefimov, li ser rewşa Idlibê ku di kontrola komên çekdarên nêzîkî Tirkiyê de ye, hişyarî da Tirkiyê û diyar kir ku wê Idlib bikeve jêr kontrola rejîma Sûriyê.
Yefîmov ji malpera nêzîkî rejîma Esed Al-Souria Netê re daye xuyakirin ku di çarçoveya peymana navbera Rûsya-Tirkiyê de hêzên rejîmê ji Idlibê nehatine dûrxistin û kontrolkirina wan deveran ji aliyê rejîma Sûriyê ve jî ne dijî peymanê ye.
Balyozê rûsî herwiha daye xuyakirin ku hêzên rejîmê bi alîkariya Hêzên Asmanî yên Rûsyayê karîne erdên xwe yên li bakurê rojavayê Sûriyê bi hev girê bidin û niha jî li bendê ne hin xalên peymanê werin bicihkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin