Ji YE hisyarî bo Tirkiyê: Dorpêçên ser Rûsyayê bicih bînin!

11 December 2022 16:30 0 dîtin
Ji YE hisyarî bo Tirkiyê: Dorpêçên ser Rûsyayê bicih bînin!

PeyamaKurd – Yekîtiya Ewropayê (YE) ragihand ku ew ji helwest û polîtîkaya Tirkiyeyê ya bicih nekirina dorpêçên li ser Rûsyayê nerazî ne.

Berpirsê Pêwendiyên Derve û Polîtîkayên Bilind ê YEyê Josep Borrell, daxwaz ji Tirkiyeyê kir ku dorpêçên ji ber êrîşên ser Ukraynayê li ser Rûsyayê hatine sepandin bicih werîne û siyaseta xwe ya di wî warî de biguherîne.

Borell di nivîsa ku li ser mijarê ji Parlamentoya Ewropayê (PE) şandiye de dibêje, "Polîtîkaya Tirkiyê ya beşdar nebûna dorpêçên ser Rûsyayê her diçe zêdetir dibe sedema fikaran.”

Borrell, bal kişandiye ser endamtiya Tirkiyê ya Yekîtiya Gumrigê ya ligel Ewropayê û bibîr xistiye ku ev dê bibe sedema şikandina dorpêçên ser Rûsyayê ku berhemên wan bikevan nav Ewropayê.

Berpirê YEyê hişyarî daye ku pêwîste Tirkiye ji bo Rûsyayê çareseriyên demkî pêşkeş neke û diyar kiriye, "Tirkiye jî di nav de, tê hêvîkirin ku hemû welatên endam li gorî biryar û dorpêçên hatine danîn tevbigerin.”

Borrell gotiye ku wî gelek caran hêvî û fikarên YEyê yên di vê derbarê de, gihandine muxatabên Tirk û ew dê di vê de berdewam be.