Trump hisyarî da Tirkiyê: Binpêkirin çêbe ezê dorpêçên berfireh bisepînim...
PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser binpêkirinên agirbestê ji aliyê Tirkiyê ve ku êrîşên çekdaran û topbaran li ser hêzên Kurd berdewam dikin daxuyanî dan.
Trump hişyarî da Tirkiyê û got, "Tirkiye dizane ku divê dema Kurd ji qadên nêzîkî herêma ewle vedikişin êrîşan neke. Heger binpêkirin çêbe hewce nake dubare bêjim ku ezê dorpêçên berfireh bisepînim. Baş diçe! Milîtanên DAIŞê bi destê Kurdan li cihên ewle têne girtin. Tirkiye jî ji bo piştgiriya yedek amade ye."
‘Hêza me aborî ye…’
Trump di berdewamê de got, “Hêza me aborî ye, beyî ku em neçar bimînin artêşa xwe ya ji nû ve hatiye bihêzkirin bikar bînin ev alternatîfa herî baş e. Petrol kete bin ewlehiyê. Leşkerên me ji bo biçin hin cihên din terka Sûriyê dan.”
‘Petrol, em leşkeran tînin mal û DAIŞ di ewlehiyê de ye’
Serokê Amerîka wiha pê de çû: “EM DIÇIN MAL! Diviyabû em tenê 30 rojan li wir bimînin-ev 10 sal berê bû. Di maweya 20 salan de yên li ser Rojihilata Navîn xeta kirine, dema dipirsin; ji vê rêkeftinê çi berjewendiya me heye, bi awayekî basît dibêjim; PETROL û EM LEŞKERÊN XWE TÎNIN MAL, DAIŞ DI EWLEHIYÊ DE YE.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin