Washingtonê gefa sikandina dorpêçên ser Rûsyayê li Tirkiyê xwar!
PeyamaKurd – Rojnameya Wall Street Journal (WSJ) a Amerîkî ragihandiye ku Cîgirê Wezîrê Derve yê Xezîneya Amerîkayê Wall Adeyemo, nameyek ji Tirkiyê re şandiye ku tê de behsa rêgirtina şikandina dorpêçên li ser Rûsyayê hatiye kirin.
Li gorî nûçeyê di nameyê de, hatiye diyarkirin ku heger kompanî û bazirganên Tirkiyê bi kompanî û kesên Rûsî yên dorpêç li ser wan hatine sepandin re kar bikin, wê ew jî rastî dorpêçan bên û hişyarî hatiye dayîn.
Herwiha hatiye diyarkirin ku ew name ji rêxistina herî mezin a karsazên Tirk TUSÎADê re jî hatiye şandin.
Adeyemo di nameyê de wekî gefxwarin gotiye, “Tika ye bila saziyên fînansê yên Tirkiyê bi bi rûsên dorpêç li ser wan hatine sepandin re kar nekin, heger na wê rûbirûyî dorpêçan bibin.”
WSJê ji bo nameyê bi rayedarên Wezareta Derve ya Tirkiyê re pêwendî kiriye, lê bersiva wê nehatiye dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin