Ji Rûsya û Tirkiyê li sînorê Rojava û Bakur Kurdistanê dewriyeya leskerî
PeyamaKurd – Polîsê leşkerî yê Rûsyayê û hêzên artêşa Tirkiyê li gundewarên navçeya Dirbêsiyê ya sînorî dewriyeyeke hevbeş a leşkerî gerandin.
Hat ragihandin ku dewriyeya hevbeş ji deriyê Şêrik ê sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê hatiye destpêkirin.
Dewriyeya hevbeş piştî ku li gundên rojava, başûr û rojhilat ên navçeya Dirbêsiyê, Şêrik, Dilîk, Selam Elêk, Quneytera, Qermena, Til Gidîş, Genamiyê, Kirbetlî, Til Têra, Til Kermê, Xaska û Xanka, geriya vegeriya cihê destpêkê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin