‘Rûsya ji bo rêgiriya hêzên Tirkiyê xwest li ser sînorê Rojava û Tirkiyê bicî bibe’
PeyamaKurd - Rûsya pêşniyarek pêşkêşî Rêveberiya Xweser kiriye, ku hêzên Rûsî li ser sînorê Tirkiyê û Rojavayê Kurdistanê bicih bibin, daku ku rê li ber êrîşa Tirkiyê bê girtin.
Çavkaniyeke taybet ku nexwest navê wî were aşkerekirin, ji Rûdawê re ragihand: “Rûsya pêşniyarek daye Rêveberiya Xewer, ku hêzên Rûsî li ser sînorê di navbera Rojavayê Kurdistanê û Tirkiyê de bêne bicihkirin.”,
Bi gotina heman çavkaniyê, “lê nediyar e ka bersiva Rêveberiya xwe li ser vê pêşniyarê çi bûye.”
Li gor vê çavkaniyê, Rûsyayê piştî zêdebûna gefên Tirkiyê bo encamdana operasyoneke leşkerî bo ser Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê, ew pêşniyar arasteyî Rêveberiya Xweser kiriye.
Ev zanyarî heta niha ji aliyê ti aliyekî din ve, ne Rûsya û ne jî Rêveberiya Xweser ve nehatiye piştrastkirin.
Ji aliyê din, piştî gefên Tirkiyê bo encamdana êrîşeke yekalî bi ser Rojavayê Kurdistanê, Waşingtonê li ser zimanê wezîrê berevaniyê hişyarî da û ragihand, ew êrîş nayê qebûlkirin. Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê Mark Esper, ragihand Amerîka qebûl nake ku Tirkiyê operasyonekê li bakurê Sûriyê encam bide.
Mark Esper got: “Gelek berjewendiyên me yên hevbeş li bakurê Sûriyê hene, ma ne wa ye? em dixwazin ew şikestina maddî ya dijî Xîlafeta DAIŞê me kir, her berdewam bibe, Ma ne wa ye? ev jî pirsyarek dûr li xwe digire, eger Tirkiyê êrîş bike, û bandorê li ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk bike, wê çi bibe? diyare, bi hezaran çekdarên DAIŞê yên girtî di dest me de hene, ew jî yek ji wan astengên ku em rûbirûyî wan dibin. Eger Tirkiye yekalî biçe nav bakurê Sûriyê. Lewma careka din dibêjim, hêvîdarim bigihên tiştekî heta nîgeraniyên ewlehî yên wê çareser bikin, ku pêwîstiya me bi wê yekê heye, ku li ser wî karî berdewam bibin.”
Tirkiyê dixwaze êrîşî wan navçeyan bike, ku di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokartîk de ne, ew hêzên ku ji aliyê Amerîka û Hevpeymaniya Nvadewletî ve tên piştevanîkirin, û ev çend sal in bi hev re şerê DAIŞê dikin.
Gotina berpirsê bilind a Îdareya Donald Trump di demeke de tê, ku ev 2 roj in berpirsên leşkerî yên Amerîka û Tirkiyê li Enqere gotûbêjan dikin , ku dixwazin li ser damezrandina Navçeya Aram bigihin nerînek hevbeş.
Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan jî duh ragihand, heta ew metrisiya li Rojhelatê Feratê bidawî nekin, Tirkiye hest bi aramiyê nake.
Tirkiye dixwaze navçeyek aram bi kûrahiya 30 kîlometre li ser sînorê xwe bi Sûriyê re dabimezrîne, ku ew navçe li jêr desthelatdariya wê be, bi awayekî ku bikaribe bi sed hezaran koçberên Sûrî yên ku niha li Tirkiyê ne lê bicih bike.
Serokomarê Tirkiyê, Erdogan ev yek neveşart, ku wan planeke wisa heye û aşkere kir, ku bicihkirina koçberên Sûrî li wan herêmên bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, ne tenê di berjewendiya Tirkiyê de ye, lê belê di berjewendiya Ewropayê jî de ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin