Iraqê notaya protestoyê da Tirkiyê û xwest hemû hêzên xwe vekisîne
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li ser êrîşa havîngeha Perexê ya Zaxoyê ku 9 welatiyên Iraqê hatin kuştin, Wezareta Derve ya Iraqê, gazî Balyozê Tirkiyê yê Iraqê Elî Riza Guney kir û notaya protestoyê da Tirkiyê.
Wezareta Derve ya Iraqê îro 21ê Tîrmehê ragihand ku wan ji ber êrîşa Tirkiyê ya tawanbariyê ya li ser seyrangeha gundê Perex a Zaxoyê gazî Balyozê Tirkiyê Alî Riza Guney kiriye ku di encamê de 9 kesan canê xwe ji dest dan û 26 kes jî birîndar bûn.
Wezareta Derve ya Iraqê eşkere kir ku ji Balyozê Tirkiyê re hatiye gotin Iraq êdî li hember van êrîşan bêdeng namîne û daxwaz ji Tirkiyê hatiye kirin,“Hemû hêzên xwe ji Iraqê vekişîne” û diyar kiriye, “Mafê me ye ku li dijî vê tawanê hemû tedbîran bigirin.”
Di daxuyaniyê de hatiye gotin: “Wezareta Derve dupat dike mafê Iraqê heye ku hemû tedbîrên ku li gor peymanên navdewletî hatine garantîkirin, werbigire ku serwerî, xak û selametiya hemwelatiyên xwe ji êrîşên şermezar û riswa biparêze û Iraq daxwaza derketina hemû hêzên Tirkiyê ji nav axa Iraqê dike, ew daxwaz ji Tirkiyê jî dike ku pirsgirêkên xwe yên navxweyî dûrî sînorên Iraqê çareser bike.”
Wezareta Derve ya Iraqê daye zanîn: “Wezareta Derve ji bo rûbirûbûna vê guherîna metirsîdar a di rêze êrîşên dewleta Tirk de, seferberkirina hemû hewldan û çavkaniyên hêzê didomîne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin