Serokkomarê Iraqê Resîd ji Îran û Tirkiyê alîkariya avê xwest

08 November 2022 02:01 0 dîtin
Serokkomarê Iraqê Resîd ji Îran û Tirkiyê alîkariya avê xwest

PeyamaKurd – Serokkomarê Kurd yê Iraqê Abdullatif Reşid li welatê Misrê di konferansa guherîna kêşûhewayê ya Neteweyên Yekgirtî (COP27) de, ji ber zêdebûna ziwahiya axa Iraqê, ji Îran û Tirkiyê alîkariyê xwest. Reşid li bajarê Şarm el-Şêx ê, di axaftina xwe de balê kişand ser mijarê. Reşid got ku welatên ji zuwahiyê an ku ji hişkayiyê herî zêde bandorê dibîne yek jê Iraqe.

Reşid ragihand ku li Iraqê barîna baranê kêm bûye û bang li İran û Tirkiyê kir ku bi hevre di mijarê de hevkariyê bikin ji ber %40 ê Iraqê di bin tehdîda ziwahiyê de ye.

Ji bakûrê Kurdistanê ku di nav sînorê Tirkiya îro de ye, çemê Firat û Dîcle û her weha çemê Zê an ku Zapê ji Tirkiya îro diçe nav axa Iraqê û diçe heya Basrayê. Bi deh salaye ku di mijara avê de, di navbera Tirkiyê û Iraqê de ev pirsgirêk heye. Her weha çemên ku ji rojhilatê Kurditanê ji nav sînorê Îrana îro dizên û diçin Başûrê Kurdistanê, avên wan gelek caran ji aliyê Îranê de tên qutkirin û li başûr ziwahî çêdibe û cotyaran bê av dihêlin.