Îro dewriyeyên hevbes ên hêzên Rûsya û Tirkiyê li ser sînorê Rojavayê dest pê dikin

30 October 2019 13:41 0 dîtin
Îro dewriyeyên hevbes ên hêzên Rûsya û Tirkiyê li ser sînorê Rojavayê dest pê dikin

PeyamaKurd - Biryar e Îro Çarşemê, dewriyeyên hevbeş ên hêzên Rûsya û Tirkiyê li ser sînorê di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de, ji bajarê Dirbêsiyê ve destpê bikin. Wezîrê Berevaniya Rûsyayê Sergey Şoygu jî ragihandiye, berî ku dema diyarkirî biqede ji ser sînor vekişiyaye û niha tenê hêzên hikûmeta Sûriyê li ser sînor in.

Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê Sergey Şoygu duh êvarê di daxuyaniyekê de aşkere kir, ku di çarçoveya rêkeftina Soçiyê de, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) saetekê berî dema diyarkirî ji ser sînor vekişiyaye û bi wê yekê niha tenê hêzên Hikûmeta Sûriyê li ser sînorê bi Tirkiyê re ne.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) pêştir ragihandibû ku ew amade ne, li gorî rêkeftina Soçî ya navbera Rûsya û Tirkiyê, ji hêla sînorî ya navbera Sûriyê û Tirkiyê vekişin û careke din li navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li gorî wê rêkeftinê, bicih bibin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan gef xwaribû ku eger li gorî rêkeftina Soçî, dema 150 saetên diyarkirî bidawî bibe û soza vekişîna YPGê ji sînor neyê bicihkirin, ew dê careke din dest bi operasyonê bikin.