Rûsya êdî bi hêzên Tirk re besdarî dewriyeyên hevbes nabe
PeyamaKurd – Hat zanîn ku ev demek e hêzên Rûsî beşdarî dewriyeyên hevbeş ên ligel hêzên Tirkiyê li ser rêya M4 a Idlibê nabe.
Herî dawî îro 9ê Cotmehê dewriyeyek hat gerandin ku karwana leşkerî ya Tirkiyê li ser rêya M4ê ji başûrê Neyrab ê Idlibê heta Eyn el Hur a bakurê Laziqişê bêyî beşdarbûna Rûsyayê dewriye kir.
Li gorî zanyariyan Rûsya bi hinceta ku nebûna ewlehiyê, Tirkiye pabendî agirbesta Idlibê nabe û erkên xwe bicih nayîne beşdarî dewriyeyên hevbeş nabe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin