Hêzên Tirkiyê careke din besdarî dewriyeya ligel hêzên Rûsî nebûn
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hêzên Tirk careke din beşdarî dewriyeya leşkerî ya ligel hêzên rûsî yên li bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê nebûne ku li gorî rêkeftina Soçiyê ew dewriye pêk tên.
Çavkaniyên herêmê ragihandine ku biryar bû li Kobaniyê bi beşdariya polîsê leşkerî yê rûsî û hêzên artêşa Tirkiyeyê dewriyeyeke leşkerî were kirin, lê Tirkiye beşdar nebûye û hêzên Rûsî bi tenê dewriyeya xwe encam dane.
Hat diyarkirin ku dewriyeya hêzên rûsî heta gundewarên Girê Spî geriyaye û piştr vegeriyaye cihê destpêkê.
Beriya niha herî kêm 4 caran, bi taybet piştî gefên Tirkiyê yên operasyona bejahî li ser Rojavayê Kurdistanê, artêşa Tirk beşdarî hin dewriyeyên hatibûn plankirin nebûbû.
Dewriyeyên hevbeş ji sala 2019an ve di çarçoveya rêkeftina Moskow û Enqereyê gelek caran hatine kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin