SOHR: HSD besdarî dewriyeya hevbes a hêzên rûsî û rejîma sûrî bû
PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ligel hêzên rûsî û rejîma Sûriyê, bi mebesta çavdêriya gihandina alîkariyên lojîstîkî bo qereqolên girêdayî Şamê dewriyeyeke hevbeş pêk anîn.
Çavkaniyên SOHRê diyar kirine ku dewriyeya hevbeş ji rojava û rojhilatê Tirbêspiyê ya li bakurê Hesekê dest pê kiriye û piştî gera li seranserê sînorên Tirkiyê û serdana qereqol û xalên leşkerî yên artêşa Sûriyê bidawî bûye.
Herwiha hate diyarkirin ku bi beşdariya wesayîteke HSDê ya pêwendiyan, hêzên rûsî û rejîmê kelûpelên lojîstîkî li qereqalên sînor dabeş kirine û dewriyeya navborî di bin çavdêriya helîkopterên rûsî de hatiye kirin.
Li gorî şîroveyan, balkêşe ku di demeke êrîşên Tirkiyeyê li ser herêmên Rêveberiya Xweser a Rojava zêde bûne, ew dewriye hatiye encamdan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin