Hêzên Tirk û Yûnan besdarî tetbîqata hevbes a NATOyê bûn

15 September 2022 19:27 0 dîtin
Hêzên Tirk û Yûnan besdarî tetbîqata hevbes a NATOyê bûn

PeyamaKurd – Tevî ku Tirkiye û Yûnanistan di çend rojên dawî de gefên şer li hevdu dixwin jî herdu endamên NATOyê beşdarî tetbîqata hevbeş a li Derya Spî bûn.

NATOyê ragihand ku bi beşdariya 12 endaman ku hêzên Tirkiye û Yûnan jî tê de cî digirin, bi navê “Dynamic Mariner-Balîneya Şîn 22" bûne ku ji 11ê Îlonê heta 22yê Îlonê dewam dike.

Hat diyarkirin tetbîqata leşkerî ya NATOyê ji bo destwerdana krîzan birêve diçe û hat gotin: “Ji bo beralîkirina êrîşkariyan û parastina hevpeymanên wek Tirkiye û yên din, ew dê xebata xwe ya nêzîk bi şirîkên xwe bidomînin.”

Di tetbîqata navborî de ji 12 endamên NATOyê 50 wesayîtên deryayî, 5 noqav, balafira dewriyeya deryayî, 5 helîkopter û 1500 leşker beşdariyê dikin.

Herwiha ji bilî Yûnanistan û Tirkiyê welatên Belçîka, Bulgaristan, Kanada, Fransa, Almanya, Îtalya, Polonya, Romanya, Îspanya û Amerîka jî di tetbîqatê de beşdar in.