Tirkiye: Hêzên Yûnan kestiya me gulebaran kir
PeyamaKurd – Ji aliyê Fermandariya Ewlekariya Peravên Tirkiyê ya girêdayî Wezareta Navxwe ve hat ragihandin ku tîmên Ewlekariya Peravên Yunanistanê, li avên nêzîkî Girava Bozcaada keştiya wan a bi navê Anatolian ku ala Komoros li ser bûye gulebaran kirin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku 10ê Îlonê li demjimêr 13:27 keştiya Xizmetguzariyên Trafîka Keştiyên Çanakkale ya bi navê Anatolian Ro-Ro ku ala Komoros li ser bû, di 11 mîlên deryayî li bakurê rojavayê Girava Bozcaadayê rastî êrîşa guleyan a 2 endamên Hêzên Ewlekariya Peravên Yunanîstanê hatiye.
Hat diyarkirin ku li ser agahdarkirinê 2 botên Ewlekariya Peravên Tirkiyê çûne cihê bûyerê lê piştî wê Hêzên Ewlekariya Peravên Yunanîitanê ji vir çûne.
Li gorî daxuyaniyê, di keştiyê de 18 kes hebûn ku ji wan 6 welatiyên Misir, 4 Somalî, 5 Azerbaycan û 3 welatiyên Tirkiyê bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin