Hûsiyan li Deryaya Sor li Kestiya Yûnanîstanê xistin

24 August 2024 09:30 0 dîtin
Hûsiyan li Deryaya Sor li Kestiya Yûnanîstanê xistin

PeyamaKurd –Serhildayên Hûsî yên Îran piştgirîya wan dike ku li Yemenê kar dikin, dîmenên êrîşa ku keştiyek Yûnanî li Deryaya Sor kirine armanc weşandin.

Hûsî îdia dikin ku wan bi roketan li keştiyê xistine, lê derbarê rewşa deryayê û rewşa keştiyê ya piştî êrîşê de agahiyên zelal nehatine dayîn.

Di dîmenên ku ji aliyê çavkaniyên medyayê yên Hûsiyan ve hatin parvekirin de dîmenên ku nîşan didin keştiyeke Yûnanî ji ber "binpêkirina qedexeya ketina benderên Îsraîlê" hatiye hedefgirtin û piştî lêdanê agir pê dikeve.

Hûsiyan doh ragihandibûn ku wan keştiya bi navê MV Sounion bi hinceta “Qedexeya ketina benderên Îsraîlê binpê kiriye” kirine hedef.

Balyozê Brîtanya yê li Sana Abda Şerîf jî ragihand, xebatkarên keştiya bi navê MV Sounion ku li Deryaya Sor ji aliyê Hûsiyan ve rastî êrîşa çekdarî hat, hatin rizgarkirin û keştiya ku zirareke mezin dîtibû, di Deryaya Sor de asê mabû.