ANALÎZA STRATFOR | Sêgoseya Hêzên Sûriya Demokratîk, Sam û Tirkiye: Kurd hevpeymanên Amerîka ne!
PeyamaKurd – Di saziya ramyarî Stratfor a wekî dezgeha piştperdeyê ya Îstixbarata Navendî ya Amerîka (CIA) tê naskirin de, analîzek li ser mijara normalbûna Tirkiye û Sûriyê û rewşa Kurdên Rojavayê Kurdistanê hate weşandin.
Di analîza Stratforê de, tê gotin ku di daxwazkariya Şam û Enqerê pêşxistina pêwendiyên dîplomatîk de pêşketinek heye û bandora wê ya li ser herêmê tê nirxandin.
Beşek ji analîza Stratforê wiha ye:
Dibe ku her kêliyekê Tirkiye operasyonekê ji bo komên çekdar ên li herêmê vekişîne bide destpêkirin û dibe ku Tirkiye bi egera hatina ser kar Trump re hevsengiya li herêmê vegerina berjewendiya xwe.
**
Erdogan bangewazî kir Esed çiraya kesk vêxist
Xuyaye ku di demên pêş de wê têkiliyên aborî û dîplomatîk ên Tirkiye-Sûriyê bipêş bikevin. Lê belê rewşa hevrikiya ewlehiyê wê asayîbûnê zehmet bike û bibe sedema bûyerên vegehurîn tundiyê di navbera aliyan de.
Bangewaziya Erdoğan a 7ê Tîrmehê ya bo vexwendina Esed bo Tirkiyeyê wê bibe pêngava yekem a piştî şerê navxwe yê Sûriyê yê ji 2011an ve didome.
Iraqê jî pêşniyaza ku mazuvaniyê li vê hevdîtinê bike kir û piştevaniya xwe bo normalbûnê nîşan da. Beriya niha di Nîsana 2023yan de jî di civîna çaralî ya Moskowê de behsa gavên berçav bo normalbûnê hatibû kirin.
**
Tirkiyê herêmên bakurê Sûriyê xistiye kontrola xwe
Tirkiyeya ku piştevaniya komên çekdar ên opozîsyonê dike, ji 2011an ve ji bo pêkanîna herêma tampon û rêgiriya pêşveçûna hêzên Kurd bi operasyonan beşeke mezin a bakurê Sûriyê xiste kontrola xwe.
Herwiha ji 2020an ve jî her çiqas şer û pevçûnên mezin nebin jî di navbera komên girêdayî Tirkiyê û hêzên Rûs, Sûriye û milîsên Îranê de li bakurê rojhilatê Idlib û Helebê pevçûn çêdibin.
Li aliyê din Sûriyê jî di demên dawî de bi navê normalbûnê serkeftinên mezin bi dest anîn ku bi Îmaratenên Erebî, Siûdî re pêwendiyên dîplomatîk dan destpêkirin.
Normalbûn rêya ku Tirkiye penaberên Sûriyê vegerîna welatê wan vedike ku li Tirkiyê dijatiya penaberan bûye pirseke mezin ji bo rêveberiya Enqereyê.
**
Sêgoşeya Hêzên Sûriye Demokratîk, Şam û Tirkiye
Li aliyê din Tirkiye hewl dide li hember HSDê ku wekî terorîst bi nav dike, ewlekariya sînoran misoger bike. Dibe ku nêzîkbûna Eneqere-Şamê rêyekê ji bo mijara ewlehiyê veke.
Ji bo Sûriyê re nêzîkbûna bi Eneqereyê re tê wateya xurtbûna hikûmeta Şamê, dawîanîna gefên ewlehiyê û vekirina rêyên bazirganî ku ji bo rabûna îzolasyona ser rejîma Sûriyê xaleke pir girîng e.
Herwiha asayîbûn wê rêya vekişîna hêzên Tirk ji Sûriyê veke û piştî 13 salan ev dê bibe serkeftinek ji bo Esed.
Herçiqas heta niha hevdîtina Erdogan û Esed diyar nebûye jî çavkaniyên dîplomatîk dibêjin, egera ku têkiliyên dîplomatîk ji nû ve dest pê bikin heye û hevdîtinên ji bo wê didomin.
Lê belê ji bo Tirkiyê jî heta çareseriyeke giştîji bo krîza Sûriyê neyê dîtin û penaber bo herêmên jêr kontrola hikûmetê neyên şandin, ne mimkun e ji herêmên xwe yên tampon vekişin.
**
Kurd hevpeymanên Amerîka yên li herêmê ne
Amerîka Kurdan li herêmê wek hevpeymanên xwe dibîne, xuya nake ku wan daxilê dewleta Sûriyê bike. Li aliyê din Tirkiye jî her kêlî dikare ji bo derxistina HSDê ji herêmê operasyonê bide destpêkirin.
Amerîka û Kurd rezerwên biçûk ên petrolê kontrol dikin û Şam ji vê nerazî ye.
Herwiha ji ber dorpêçên Amerîkayê, hikûmeta Şamê ji bo avadaniya binesaziya xwe pir zehmet e ku alîkariyên navnetewî bistîne û eleqeya Tirkiyê ya ji bo avadankirina Sûriyê jî kêm dibe.
Ya herî balkêş HSD jî li ser egera vekişîna Amerîka ji Sûriyê hevdîtinan bi Sûriyeyîyan re dike. Lewra dibe ku bi hatina Trump a ser kar re, dibe Amerîka ji Sûriyê vekişe û Tirkiye jî hesabên xwe li ser vê yekê dike daku di berjewendiya xwe de bikar bîne.
Ji ber ku Trump sala 2019an hewl dabû leşkerên amerîkî ji Sûriyê vekişîne, lê ji ber bertekên zêde paşde gav avêtibû.
Rêveberiya Amerîka ger ji nû ve bikeve destê Trump, muhtemel e rayedarên Washingtonê van argumanên xwe ji nû ve bînin ziman.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin