Gelo Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) tevlî Artêsa Sûriyê dibin!
PeyamaKurd – Hevseroka Encûmena Sûriya Demokrat Îlham Ehmed ragihand, ku dibe di pêşerojeke nêzîk de, Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) tevlî Artêşa Sûriyê bibin.
Hevseroka Encûmena Sûriya Demokrat Îlham Ehmed ji kenala BBC ya Birîtanî re ragihand, ku dibe di pêşerojeke nêzîk de, Hêzên Sûriya Demokrat tevlî Artêşa Sûriyê bibin. Ilham Ehmed diyar kir, heke li ser sîstema birêvebirina Sûriyê û pêşeroja welat, rêketinek di nav wan û rêjîmê de çêbibe, wê demê HSD wê tevlî artêşa Sûriyê bibe, lê heya niha tu rêketin di danûstendinan de çênebûye.
Ehmed, derbarê bîrên petrolê yên Rojavayê Kurdistanê jî gotiye: Niha ew bîr di bin kontrola HSDê de ne û ewê di bin kontrola HSDê de bimînin, heya ku krîza Sûriyê bi temamî bê çareserkirin.
Ev mehek e YPG, HSD û PYD li gel Hikûmeta Sûriyê dest bi gotûbêjan kirine û heya niha jî du caran li hev rûniştin çêbûne.
Di heyva gulana derbasbûyî de, Serokê Sûriyê Beşar Esed gotibû, ku tenê du rê li pêşiya HSDê henin, yan wê navçeyên di bin destê xwe de, bi diyalogê radest bike, yan jî wê Artêşa Sûriyê bi hêzê wan deveran kontrol bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin