Hêzên Sûriya Demokratîk: Operasyona mezin wê dest pê bike!
PeyamaKurd- Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku li Dêra Zorê operasyoneke mezin wê dest pê bike.
Di derbarê mijarê de Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mustafa Balî ji çapemeniyê re daxuyaniyek da û got ku “Belê rast e. Me û koalîsyonê gelek civîn pêk anîn. Li ser vê yekê em û hêzên koalîsyonê li hev hatin. Li Dêra Zorê operasyoneke berfireh wê dest pê bike. Ji bo operasyona dawiyê em amadekariyên xwe temam dikin.
Balî wiha berdewam kir: Piştî êrîşa li ser Efrînê, me hinek hêzên xwe ji Dêra Zorê vekişandibûn. IŞÎDê careke dî li herêmê xwe organîze kir û heta hinek êrîş li ser me jî kirin.
Balî got ku IŞÎD li ser tixûbê me û Iraq û Lubanê, bi qasî 10 km.yan qontrol dike. Armanca vê operasyonê ew e ku em IŞÎDê bi tevahî ji herêmê bavêjin. Balî di heman demê de got ku taqwîyeya koalîsyonê jî wê ji bo operasyonê pêk were.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin