Sûriye | Di navbera bermayiyên Baas û hêzên Sûriya nû de serekî dijwar derket
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li bajarokê Sinmîn yê parêzgeha Derayê komek çekdarên rêjîma berê ya Baas xwe radestî hêzên ewlehiya desthilata Şamê nekirine û di navbera wan de şer derketiye.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) eşkere kir, Hêzên Eewlehiyê yên desthilata nû ya Şamê bajarokê Sinmînê ji her çar aliyan ve dorpêç kirine.
SOHRê diyar kir, Hêzên Eewlehiyê bi ser cihên koma hêzên rêjîma Baas a bi serkêşiya Mihsin El-Himêd de girtin û di navbera her du aliyan de bi çekên giran şerekî dijwar derket.
Hate ragihandin ku di vî şerî de her du aliyan top jî bikaranîn û gelek ji wan jî bi ser malên sivîlan de ketin. Derbarê jimara kuştî û birîndaran agahiyên zelal nehatine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin