Di navbera hêzên rejîma Sûriye û El Nusra de pevçûn diqewimin
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku Eniya El-Nusra şeva borî, li çiyayên Laziqiyeyê hêrişî hêzên rêjîma Sûriyeyê kiriye û hejmareke zêde ji leşkerên rejîmê kuştine.
Ji aliyê din ve hate ragihandin ku li herêma Mare, Til Rifat, Frokexaniya Manxê, Şîraxa û Çiyayê Lîlonê jî, di navbera komên çekdar ên opozîsyona Sûriye yên girêdayî Tirkiyeyê û hêzên rejîma Sûriyê de şer û pevçûn pêk hatine.
Li navenda bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê ve hatiye dagirkirin ku ji ber hewldanên destpêkirina pêwendîdayîna Enqere û Şamê çendîn xwepêşandanên li dijî Tirkiyeyê, pêk hatin û bi taybet piştî vekirina dergehê Zindîn, di navbera komên ku gund û deverên herêma Efrînê kontrol dikin de aloziyên dijwar, derketin.
Her wiha hin koman li Ezazê, hêrişî hikûmeta demkî ya bi serokatiya Tirkmen Ebdulrehman Mistefa kirin û ji hemû pêkhateyan xwestin ku ji ber xiyanetê kiriye wî derbixin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin