Hêzên Tirkiyê û Rûsya li Kobanî gereke hevbes a çavderiyê pêk anîn
PeyamaKurd – Gereke hevbeş a çavdêriyê ji aliyê hêzên Tirkiyê û Rûsya li gundewarê rojhilatê Kobanî pêk hat.
Li gor agahiyan, di gerê de ji her aliyekî 4 otomobîlên leşkerî û zirîpoş beşdar bûn.
Herwiha hat ragihandin, gera hevbeş ji gundê Xarîb destpê kir û dê di hejmarek gundê li nêzîkî sînor in re derbas bibe.
Gerên çavdêriyê yên hevbeş ên Rûsya – Tirkiyê li rojavayê Kurdistanê di çarçoveya rêkeftina Serokê Rûsya Vladîmîr Putîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan a 22 Cotmeha sala borî li bajarê Soçî yê Rûsyayê de tên kirin.
Hêzên Rûsya û Tirkiyê, vê mehê cara çarem e gerên çavdêriyê yên hevbeş pêk tînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin