4 ciwan li ser sînorê Rojava-Bakur bi lêdan û îskence hatin dersînorkirin

20 June 2024 18:54 0 dîtin
4 ciwan li ser sînorê Rojava-Bakur bi lêdan û îskence hatin dersînorkirin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku şeva borî li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de, leşkerên Tirk 4 ciwanên xwestine sînor derbas bikin girtin û piştî lêdan û îşkenceyê ew dersînor kirin.

Li gorî zanyariyên medya Rojavayê Kurdistanê, şevê din 4 ciwanên ji bajarê Hesekê hewl dan ji aliyê bajarê Dirbêsiyê derbasî Tirkiyê bibin. Ev ciwan ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin girtin û îşkence li wan hate kirin.

Hate zanîn ku piştî lêdan û îşkenceyê ew ciwan hatin dersînorkirin.

Hêzên Asayîşa Rojava 2 ciwanên rewşa wan ya tenduristiyê nebaş bû rakir nexweşxaneya bajarê Dirbêsiyê.

Hate diyarkirin ku Yezen Hatim Silêman (27) û Hisên Ecac Ecemo (38), niha li nexweşxaneyê têne dermankirin. Lê ji her du ciwanên din agahî tune ye.