Li sînorê Rojava-Bakur êrîsa ser qereqolê: Leskerekî Tirk hat kustin, 4 jî birîndar bûn
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama êrîşeke ji aliyê sînorên Rojavayê Kurdistanê de, li ser qereqoleke sînorî ya artêşa Tirkiyê leşkerekî Tirk hatiye kuştin, 4 leşker jî birîndar bûne.
Li gorî ragihandina Parêzgariya bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê, li bajarokê Bîrecikê yê dikeve sînorê Rojavayê Kurdistanê, li dijî Bingeha Leşkerî ya Sînorî ya Çîçekalanê êrîş hatiye kirin û di êrîşê de leşkerekî can daye û 4 jî birîndar bûne.
Medya Tirk ragihandiye ku leşkerên birîndar bo nexweşxaneyê hatine veguhestin û artêşa Tirkiyê jî hêzên zêdetir şandine cihê bûyerê.
Li aliyê din îro 16ê Tebaxê roja Sêşemê artêşa Tirkiyê hejmarek gundên navçeya Şêrewa ya Efrînê, Amûde, Dirbêsiye, Zirgan û navenda bajarê Kobanê topbaran kir ku li gorî Desteya Tenduristiyê ya Rojavayê Kurdistanê, di topbarana Tirkiyê de li Kabonê zarokekê can daye, 3 kesên din jî birîndar bûne ku yek ji wan jî zarok e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin