Rojava | Çekdarên HTSê li gundekî sînorê Bakur bicih bûn
PeyamaKurd – Li gorî ragihandina çavkaniyên ji bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê, çekdarên rêxistina Heyet Tehrîr El Şam (El Nusra ya berê û baskê Sûriye yê El Qaîdeyê) li gundekî hevsînorê Tirkiyê bicih bûne.
Çavkaniyan diyar kiriye ku piştî ku çekdarên koma bi navê Feyleq El Mecid ên li wê herêmê, ber bi gundê Xirbet El Feres ve 20 kîlometran vekişiyane, çekdarên HTŞê li Girî Spî li gundê Yabisê ê li ser sînorê Tirkiyê (Bakurê Kurdistanê) bi cih bûne.
Hefteya borî jî çavkaniyên herêmê dabûn xuyakirin ku hejmarek çekdarên HTŞê bi ser deriyê sînorî Yabis ê di bin kontrola Tirkiyê de, derbasî Girê Spî bûne.
Herwiha piştî ketina Efrînê ya HTŞê, tê ragihandin ku çekdarên wê li rojavayê bajarê Minbicê jî bi cih bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin