Rojava | ‘Çekdarên HTSê derbasî nav bajarê Girê Spî bûn’
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku doh 30yê Cotmehê bi dehan çekdarên rêxistina Heyet Tehrîr El Şam (El Nusra ya berê û baskê El Qaîde yê Sûriyê) derbasî navenda bajarê Girê Spî yê ku niha di bin kontrola artêşa Tirkiyê de ye bûne.
Li gorî ragihandina çavkaniyên herêmê, çekdarên HTŞê di deriyê sînor ê Girê Spî re derbasî nava bajar bûne ku ew derî di bin kontrola Tirkiyê de ye.
Hêjayî gotinê ye, HTŞê çend roj berê bajarê Efrînê jî ji serweriya komên din ên çekdar ku Tirkiye piştevaniya wan dike derxistibû û ev yek wekî lihevkirineke bi Tirkiye û Rûsyayê hatibû nirxandin.
HTŞ di nav lîsteya rêxistinên terorî yên welatên Amerîka û Rojava de cî digire.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin