Îsraîl derbasî bajarê Der‘ayê bû

21 December 2024 10:10 0 dîtin
Îsraîl derbasî bajarê Der‘ayê bû

PeyamaKurd – Îsraîl piştî rûxandina Beşar Esed, axa xwe ya li Sûriyeyê berfireh dike. Artêşa Îsraîlê gundên Cemla û Ma’raba yên li derdora Yermûkê ya bajarê Der‘ayê bi dest xistine. 

Niştecihên herêmê, desteserkirina axa xwe ya ji aliyê Îsraîlê ve protesto kirin. Di xwepêşandanan de kesek birîndar bû.

Piştî pevçûnên ku di 27ê mijdarê de li Sûriyeyê dijwar bûn û di 8ê kanûnê de rêveberiya Be’s a 61 salî rûxiya, êrîşên artêşa Îsraîlê yên berev Sûriyeyê zêde bûne.