Rojnameya Haaretzê: Îsraîl dê her roj rê bide 50 endamên Hemasê yên birîndar ku derbasî Misrê bibin
PeyamaKurd – Li gorî nûçeya Haaretzê ya Îsraîlê, hikûmeta Îsraîlê erê kir ku endamên Hemasê yên birîndar ji roja 14an heta 42yan a qonaxa yekem a peymanê, ji bo dermankirinê herî zêde bi 3 hevalên xwe re biçin Misrê.
Li gorî vê yekê, ji bo kesên ku bi endamên Hemasê re biçin ferz nîne ku endamekî ji malbata wan bin.
Di rapora Haaretzê de hat gotin ku ev yek dikare ji aliyê Hemasê ve bê bikaranîn “ji bo veguhestina bi hezaran endamên xwe ber bi Misrê' ve.”
Li gor peymana agirbestê Îsraîl 28 rojên ewilî dê rê bide ku rojane 200 dilistînî biçin Misrê. Ev tê wê wateyê ku bi qasî 5 hezar û 500 filistînî di qonaxa yekem a peymana agirbestê de dê ji Xezeyê derbasî Misrê bibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin