Li ser sînorê Rojava-Bakur ciwanekî Kurd bi guleya leskeran hat kustin

17 July 2023 18:56 0 dîtin
Li ser sînorê Rojava-Bakur ciwanekî Kurd bi guleya leskeran hat kustin

PeyamaKurd – Ciwanekî ji Rojavayê Kurdistanê ku dixwest ji ser navçeya Tirbêspiyê ya Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê derbasî Bakurê Kurdistanê bibe, ji aliyê leşkerên Tirk ve hate gulebaran kirin û kuştin.

Hate zanîn ku navê wî ciwanî Rodî Silêman Ehmed e û 25 salî bûye. Ehmed roja 16ê Tîrmehê dema xwestiya ji ser navçeya Tirbespiyê ya Qamişlo derbasî aliyê din ê sînor bibe, ji aliyê leşkerên Tirk ve hatiye gulebaran kirin û piştre jî can daye.

Malbata Rodî Silêman ragihandiye ku kurê wan Rodî Silêman Ehmed duh (16ê Tîrmehê) dema xwestiye sînor derbas bike li nêzî Zaxoyê rastî êrîşa leşkeran hatiye ku dixwest bi ser Bakurê Kurdistanê de derbasî Ewropayê bibe.