Rûsya û Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê dewriyeya hevbes gerand

08 June 2020 19:53 0 dîtin
Rûsya û Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê dewriyeya hevbes gerand

PeyamaKurd – Polîsên leşkerî yên Rûsî û hêzên artêşa Tirkiyê îro li Rojavayê Kurdistanê li navçeya Dirbêsiyê ya sînorî dewriyeyeke hevbeş gerandin.

Hat ragihandin ku îro di saetên sibê de dewriyeyeke hevbeş di navbera polîsên Leşkerî yên rûsî û hêzên artêşa Tirkiyê de, li navçeya Dirbêsiyê hat gerandin ku dewriye ji gundê Şîrkê yê 13 km li rojavayê navçeya Dirbêsiyê dest pê kir.

Li gorî zanyariyên xwecihî, polîsên leşkerî yên rûsî derfet nedan rojnamevanan ku dewriyeyê bişopînin û hewl dan kamereyên wan ji wan bistînin.

Dewriyeya ku ji 8 wesayîtên leşkerî pêk dihat, li gundê Qermanê, Xenamiyê, Cidêda, Til Têr, Xaskê, Badîna, Midewer, Xişêfiyê, Xanikê, Hemdon, Xerzê û Cewheriya geriya.

Piştî dawîbûna dewriyeyê hêzên Rûsî derbasî Qamişloyê bûn, yên tirk jî derbasî aliyê xwe yê sînor bûn. 

Dewriyeyên hevbeş ên Rûs-Tirk di çarçoveya rêkeftina Soçiyê ya nabera herdu welatan de, ji serê sala 2020an ve têne gerandin.