Ji Rûsya û Tirkiyê dewriyeya leskerî li rojavayê Kobaniyê

21 December 2020 17:48 0 dîtin
Ji Rûsya û Tirkiyê dewriyeya leskerî li rojavayê Kobaniyê

PeyamaKurd – Polîsê leşkerî yê rûsî û hêzên artêşa Tirkiyê di çarçoveya peymana Soçiyê ya sala 2019an de, îro 21ê Kanûnê li rojavayê Kobaniyê dewriyeya leşkerî gerandin.

Hat zanîn ku dewriye ji 4 panzêrên Tirk, 7 panzêr û 2 helîkopeterên Rûsyayê pêk hatibû ji gundê Aşmê yê sînorî dest pê kir û ber bi girê El-Îzaî yê li rojavayê Kobanê ve geriya.

Dewriyeyên herdu welatan li gorî Peymana Soçiyê ya di navbera serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan de hatibû îmzekirin, pêk tên ku mebest çavdêriya hêzên HSDê ye û dûrxistina wan ji sînoran e.