Ji Trump daxuyaniya Sûriyê û vekisînê: Hinek dem divê…
PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump şeva sersalê hevpeyvînek da Fox News a Amerîkî û li ser biryara vekişîna ji Sûriyê jî daxuyanî da. Trump got ku dema ew bi temamî ji Sûriyê vekişin dê DAIŞ jî bi temamî were tunekirin ku ev jî dê hinek dem bistîne.
Pêşkeşvana bernameya Fox Newsê Pete Hegseth ji Trump pirsa “çawa fikrê senator Lindsey Graham a derbarê vekişînê de guhertiye?” kir.
Trump li ser mijarê wiha axivî: “Em 4-5 sal berê ji bo 3-4 mehan çûn Sûriyê. Niha dema vegerandina mal a leşkerên me ye. Em vê gelekî baş pêk bînin. DAIŞ li Sûriyê kêşeyeke mezin bû û me beşeke mezin paqij kir. Dema em temamî ji Sûriyê vekişin, dê DAIŞ jî bi temamî xelas bibe. Li herêmê baregehên me hene, bi taybet jî li Iraqê. Kes behsa wan nake.”
Trump di berdewamê de jî diyar kir ku wî ji gotinan zêdetir kar kiriye û DAIŞ ji holê rakiriye û got, “Ev dîsa jî nayê maneya ku DAIŞ bi temamî xelas bûye. Dê ev hinekî demê bistîne. Dema ku em yekîneyên xwe vegerînin mal hatiye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin