Yûnanîstan: "Divê hêzên çekdar ji her rewsê re amade bin"
PeyamaKurd – Wezîrê Parastinê yê Yûnanîstanê Nikolaos Panagiotopoulos bal kişand ser wê yekê ku welatê wî bi piştgiriya leşkerî ya Amerîka û Fransayê xwe ewletir hîs dike û got, "Hêzên çekdar ên Yûnanîstanê di her rewşê de divê amade bin."
Wezîrê Parastinê yê Yûnanîstanê Nikolaos Panagiotopoulos di hevpeyvîna xwe ya taybet a bi qenala Action 24 a Yûnanîstanê re têkiliyên Tirkiye û Yûnanîstanê nirxand û behsa hebûna hêzên çekdar ên Yûnanîstanê kir.
Wezîrê Yûnanîstanê di daxuyaniyên xwe de îhtîmala ku di navbera Tirkiye û Yûnanîstanê de şerekî germ derkeve nirxand û got, "Lê belê divê hêzên çekdar ên Yûnanîstanê di her rewşê de amade bin."
Wezîr Panagiotopopulos di daxuyaniya xwe de got, "Gotinên dijminatî, tehrîk û heqaretê yên Tirkiyeyê di qada axaftinê de berdewam dikin" û wiha got: "Wext wê diyar bike ka wê tengezariya di vê axaftinê de li qadan xuya bibe."
Ji bilî vê, Panagiotopoulos di daxuyaniyên xwe de diyar kir, danûstandinên bi Fransa û Îtalyayê re ji bo hêzên hewayî yên Yûnanîstanê ji bo kirîna balafirên şer ên cureya Rafale yên Fransî û ji bo avakirina keştiyên gemiyên Yûnanîstanê ji bo xurtkirina hêza deryayî ya Yûnanîstanê dike bi encam bibin û ji bo nûjenkirina firqeyên cureya MEKO yên Almanî, bi şîrketa avahîsaziya Almanî re lihevkirinek hatiye kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin