Kazimî hisyarî da hêzên Iraqê: Rûbirûbûna wan erka we ye…

19 June 2022 22:35 0 dîtin
Kazimî hisyarî da hêzên Iraqê: Rûbirûbûna wan erka we ye…

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, îro 19ê Hezîranê di civîna Desteya Ewlekariya Iraqê de, bal kişand ser rewya ewlehiyê û hişyarî da hêzên ewlekariya Iraqê.

 Kazimî ji desteya ewlekariyê re got: "Erka hêzên ewlekariyê ye ku rûbirûyî kesên hewla aloziyan bidin û êrîşî saziyên dewletê û milkê taybet bikin, bibin.”

Herwiha Kazimî pesnê hêzên Iraqê da ku têkoşînê li hember bermahiyên terorê didin û diyar kir, hêzên ewlekariyê amade ne rûbirûyî pirsgirêkên ewlehiyê yên welat bibin.

Kazimî ji bo destwerdanên xwepêşanderan jî da xuyakirin ku pêwîste hêzên ewlekariyê li gorî standardên navnetewî û bi hesasiyeta mirovî tevbigerin û mafê hemwelatiyan biparêzin.