Kazimî: Di demeke nêz de wê ji nêvî zêdetir hêzên Amerîkayê ji Iraqê vekisin

06 January 2021 11:30 0 dîtin
Kazimî: Di demeke nêz de wê ji nêvî zêdetir hêzên Amerîkayê ji Iraqê vekisin

PeyamaKurd –  Bi kurtevîdyoyekê, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî da zanîn, wê di rojên pêş de ji nêvî zêdetir hêzên Amerîka yên li Iraqê ji nava Iraqê derkevin.

Mistefa Kazimî, bi sedema damezirandina artêşa Iraqê kurtevîdyoyek belav kir û tê de behsa vekişîna pirsa hêzên Amerîkayê li Iraqê kir. Kazimî diyar kir, hêzên Amerîkayê ji Iraqê derdikevin û ew proseya wan a ji Iraqê derketinê berdewam dike.

Herwiha Mistefa Kazimî destnîşan kir, wê proseya vekişîna hêzên Amerîkayê berdewam bike û wê tenê çend serbazên Amerîkayê li Iraqê bimînin bi armanca rahênan û perwerdeyên stratejik ên serbazî.

Di berdewamiyê jî de, Kazimî behsa serdana xwe ya ji bo Washingtonê jî kir û ragihand, armanca wî ya serdana Amerîkayê ji bo pêwendiyên stratejik ê her du aliyan bûn û li gor hevdîtinên wî ligel berpirsên Amerîkayê, hêzên Amerîkayê dest bi vekişandinê kirine û di demeke nêzîk de wê ji nêvî zêdetir ê hêzên Amerîkayê ji Iraqê vekişin.