Kazimî ji bo êrîsa mosekî banga lêkolînê li hêzên ewlekariyê kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, li ser êrîşa moşekî ya 28ê Îlonê ku dema Parlamentoya Iraqê di civînê de bû hatibû kirin, bang li hêzên ewlekariyê kir, wê êrîşa ser Herêma Kesk lêkolîn bikin.
Parlamentoya Iraqê, piştî du mehan 28ê Îlonê civiyabû û di civînê de, dengdan ji bo îstifaya Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî hatibû encamdan û îstifaya wî nehatibû qebûlkirin. Herwiha ji ber vekişîna Tevgera Sedir jî cîgirê yekem ê serokê parlamentoyê hatibû hilbijartin ku dema civînê 4 moşek li Herêma Kesk ya Bexdayê û derdora parlamentoyê ketin.
Herwiha di dema civîna parlamentoyê de alîgirên Sedr jî xwestibûn xwepêşandanê bikin û di encama aloziya derketibû de 133 kes birîndar bûbûn.
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî derbarê êrîşê de ragihand ku wî ji hêzên ewlekariyê xwestiye dest bi lêkolînan bikin û piştî vê daxuyaniyê jî li gorî zanyariyan hêzên zêde li Herêma Kesk hatine belavkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin