Li Bexdayê êrîsa mosekî | Sedir banga ragihandina rewsa awarte kir

21 December 2020 01:05 0 dîtin
Li Bexdayê êrîsa mosekî | Sedir banga ragihandina rewsa awarte kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin îşev 20ê Kanûnê li paytexta Iraqê Bexdayê li herêma kesk a Balyozxaneya Amerîka jî li wir e êrîşeke moşekî pêk hat. Piştî êrîşê Serokê Tevgera Sedir Muqteda es-Sedir bang li hikûmetê kir li Bexdayê rewşa awarte were ragihandin.

Li gorî ajansan dengê teqînan ji hin deverên Bexdayê hatiye bihîstin û hejmarek moşek li nêzîkî niştîngehên herêma kesk a Bexdayê ketine.

Herwiha li ser medya civakî jî hin dîmenên êrîşa moşekan hatin belavkirin.

Muqteda Sedir banga ragihandina rewşa awarte li Bexdayê kir û got, ev karê milîsan e ku jiyana xelkê sivîl dixin xeterê û mafê ti kesî nîne li derveyî kontrola dewletê çekan hilgire.

Sedir herwiha bang li fraksiyonên parlamenê jî kir ku ji bo derxistina hêzên Amerîkayê bicivin û biryarê bidin.