Li dijî balafirxaneya Bexdayê êrîsa mosekî
PeyamaKurd – Tora Ragihandiya Medyayî ya Ewlehiyê li Iraqê ku girêdayî serokwezîriyê ye ragihand ku îşev êrîşeke moşekî li dijî Balafirxaneya Navdewletî ya Bexdayê pêk hatiye.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku 2 moşek li ber balafirxaneyê ketine, lê ti ziyaneke canî û madî çênebûye.
Tê gotin ku dibe li pişt êrîşê Ketîbeyên Hizbullaha Iraqê ya nêzîkî Îranê hebe.
Di çend rojên dawî de, li herêma Kesk a Bexdayê ku balyozxaneya Amerîka jî li wir e gelek êrîşên moşekî pêk hatin.
Şeva borî jî moşekeke katyûşa li xaniyekî vala yê li herêma Kesk ketibû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin