Ukrayna: Rusyayê, li dijî Mikolayivê êrîsa mosekî kir!
PeyamaKurd- Di daxuyaniya Fermandariya Operasyona Başûr a Artêşa Ukraynayê de hat diyarkirin ku hêzên Rus, bişev êrîşa moşekî li dijî bajarê Mikolayivê kiriye û di encama vê êrîşê de mirî û birîndar hene.
Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat ragihandin ku di êrîşa moşekî yên ku duh bi şev ji aliyê Rusyayê ve li ser bajarê Mikolayivê yê Ukraynayê hat kirin de kesek mir û 23 kes jî birîndar bûn.
Hat diyarkirin ku bi şev bi moşekên ku ji Behra Reş hatin havêtin, li gelek xalên bajarê Mikolayivê hatin xistin û di encamê da zarokek jî di nav de 23 kes birîndar bûn.
Her wiha di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku piştî êrîşê, şewat derketiye û ev şewat bi destwerdana tîmên rizgarî û agirkujiyê hatiye kontrolkirin.
Li ser ziyanên derketine jî hat gotin ku avahiyeke dîrokî û avahiyeke pirqatî jî zerarên gelek mezin dîtine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin