Ukrayna: Rusyayê, êrîsa herî dijwar a asîmanî kir!
PeyamaKurd- Şaredarê Kieva paytexta Ukraynayê Vitali Kliçko ragihand ku ji destpêka şerê di navbera Rusya û Ukraynayê û heta niha, Rusyayê êrîşa xwe ya herî dijwar a asîmanî kir.
Vitali Kliçko di agahiyên xwe de ragihand ku Rusyayê, di vê êrîşa xwe ya dorfireh de nêzîkî 60 balafirên bêmirov bi kar hanîne ku 36 ji wan hatine jinavbirin lê belê parçeyên ku ketine xwarê, bûne sedema birîndariya 5 kesan.
Hat ragihandin ku piştî ku Rusyayê dest bi pêleke nû ya êrîşên balafirên bêmirov û moşekî kirin, li seranserê Ukraynayê sîrenên êrîşa asîmanî hatin lêdan.
Her wiha hat eşkerekirin ku li bajarê Odessayê yê li başûrê welêt kesek mir û depoya Xaça Sor a Ukraynayê jî hat derbkirin. Bi vî awayî bi êrîşa ku 24 saet beriya pîrozbahiya Roja Serkeftinê ya Rusyayê pêk hat, di 8 rojên dawî de li paytext Kievê 4 êrîş hatin kirin.
Li ser mijarê, ji aliyê Artêşa Ukraynayê ve jî hat ragihandin ku ku êrîşa dawî ya Rusyayê ku zêdetirî 4 saetan dewam kir, piştî nîvê şeve, balafirên bêmirov ên Şahîd ên Îranê li ser welêt digeriyan û hat eşkerekirin ku ew êrîş li dijî herêmên Xerson, Xarkov û Mikolayivê hatine kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin