Ukrayna û Rusyayê, li ser êrîsa bendavê hev û din tawanbar kir!

07 June 2023 16:30 0 dîtin
Ukrayna û Rusyayê, li ser êrîsa bendavê hev û din tawanbar kir!

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, şandên Ukrayna û Rusyayê, li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ku piştî hilweşîna Bendava Kahovkayê ya li Ukraynayê bi civîneke awarte civiya, hev û din tawanbar kir.

Li ser daxwaza Ukraynayê, Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bi civîneke awarte civiya û Alîkarê Sekreterê Giştî yê NYyê yê Karûbarên Mirovî û Koordînatorê Rewşa Awarte Martin Griffiths li ser mijarê axivî û got:

"Ziyana ji ber hilweşandina Bendava Kahovkayê, tê wê wateyê ku jiyana mirovên ku berê ji ber pevçûnan dikişin, dê gelek dijwartir bibe."

Griffiths da zanîn ku erka lezgîn a Neteweyên Yekbûyî ew e ku jiyana gelên mijara gotinê mîsoger bike û diyar kir ku ew amade ne ku hemû hewilên xwe bidin ji bo alîkariyê.”

Nûnerê Daîmî yê Rusyayê Vassily Nebenzia jî axivî û got ku “Em bi kampanyayeke dezenformasyonê ya koordînekirî re rû bi rû mane û Rusya bi îdiayan bendav teqandiye.”

Nebenzia diyar kir ku îdiayên tên kirin "şîzofrenîk" in û wiha got: "Ziyana bi qestî ya li saziyên binesaziya xeternak ji aliyê Kievê ve gelek xeternak e û wekî tawanê şer an jî êrîşeke terorîstî tê binavkirin." 

Nûnerê Daîmî yê Ukraynayê yê Neteweyên Yekbûyî Sergiy Kyslytsya got: "Ev êrîşeke terorîstî ye ku binesaziya xeternak a Ukraynayê dike armanc. Armanca wê ew e ku hejmareke mezin ji sivîlan bikuje û wêran bike."