Ukrayna: Rusyayê, êrîsa asîmanî li Kievê kir!
PeyamaKurd- Serokê Rêveberiya Leşkerî ya Bajarê Kievê Sergey Popko ragihand ku artêşa Rusyayê, piştî navbereke 25 rojan, careke din êrîşeke asîmanî li paytexta Ukraynayê Kievê kiriye.
Popko, di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de de diyar kir ku Rusyayê bişev bi balafirên bêmirov êrîşî Kievê kirin û got,
"Taktîka dijmin neguheriye. Welatê terorê, bi tariyê re bi balafirên bê mirov li Kievê da.”
Li gorî daxuyaniyê, bi tevahî 8 balafirên bêmirov hatine tesbîtkirin û ew xistine xwarê û hat diyarkirin ku di êrîşan de tu ziyanên canî û wêranî çênebûne.
Her wiha ji aliyê Serfermandariya Giştî ya Ukraynayê ve jî li ser tora medyaya civakî hat ragihandin ku artêşa Rusyayê, di roja dawî de 23 êrîşên asîmanî li Ukraynayê kirine.
Li gorî daxuyaniyê, Rusan di êrîşên xwe yên bi şev de nêzî 10 balafirên bêpîlot ên Şehed-136 kamikaze bi kar hanîne û 8 ji wan hatine xistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin