Ukrayna: Rusyayê, êrîsî Kievê kir!

10 September 2023 19:59 0 dîtin
Ukrayna: Rusyayê, êrîsî Kievê kir!

PeyamaKurd- Serokê Rêveberiya Leşkerî ya Ukraynayê Sergey Popko ragihandin ku Rusyayê bi balafirên bêmirov êrîşî paytexta Ukraynayê Kievê kir.

Sergey Popko, di ser hesabê xwe yê medyaya civakî re ragihand ku artêşa Rusyayê bi balafirên bêmirov ên cureya "Şehîd" êrîş birin ser paytext Kievê.

Popko diyar kir ku balafirên bêmirov bi kom ji aliyên cuda ve ketine paytextê û got, "Zêdeyî 20 balafirên bêmirov bi pergala parastina asîmanî ve hatin jinavbirin.”

Sergey Popko bi berdewamî got ku di encama ketina beşên dronê de li deverên cuda yên bajêr kesek birîndar bûye û daîreyan, otomobîl, troleybusan zirar dîtine.

Di daxuyaniya Hêzên Asîmanî de hat ragihandin ku Rusyayê îşev 33 balafirên bêpîlot ên bi tîpa "Şehîd" ber bi herêma Kievê ve şandine û di encama operasyonên şer de 26 balafir jî hatine xistin.