Rusyayê, êrîsî Ukraynayê kir: Kustî hene!

21 September 2023 15:30 0 dîtin
Rusyayê, êrîsî Ukraynayê kir: Kustî hene!

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, di êrîşên ji aliyê Rusyayê ve li dijî 8 herêmên Ukraynayê pêk hatin de 2 kes hatin kuştin û 21 kes jî birîndar bûn.

Di agahiyên ku hatin ragihandin de hat diyarkirin ku di êrîşa xwe ya herî mezin a ji 15ê Tebaxê bi vir ve Rusyayê li dijî Kiev, her wiha herêmên Çerkasy, Xarkov, Kimelnitsky, Rivne, Vinnytsya, Ivano-Frankivsk û Lviv xist.

Hat diyarkirin ku di êrîşên ku 2 kesan jiyana xwe ji dest dan de herî kêm 21 kes birîndar bûn. Piştî êrîşan li xalên cuda şewat derket.

Şaredarê Kievê Vitali Klitschko li ser êrîşan got ku li Kievê herî kêm 7 kes birîndar bûne ku di nav wan de keçeke 9 salî jî heye.

Parêzgarê Herêma Xarkovê Oleh Syniehubov diyar kir ku herî kêm 6 êrîşan li herêma Slobidskyi ya Xarkovê xisar dîtine û 2 kes jî birîndar bûne.