Rusyayê, êrîsî Kievê kir: Kustî û birîndar hene!
PeyamaKurd- Ji aliyê Beşa Lezgîn a Dewleta Ukraynayê ve daxuyaniyek hat dayîn û bi rêya daxuyaniyê hat ragihandin ku Rusyayê êrîşî herêma Kievê kiriye û di encamê de ziyanên malî û canî çêbûne.
Di daxuyaniya nivîskî de hat destnîşankirin ku hêzên Rusyayê di 26ê Çileyê de bi moşek û balafirên bêmirov ên şer, li Ukraynayê êrîş pêk hanîne.
Hat ragihandin ku di encama van êrîşan de 11 kesan can dane û 11 kes jî birîndar bûne. Her wiha hat diyarkirin ku 35 avahî ji ber van êrîşan xira bûne û zerara herî mezin, li binesaziya Kievê bûye.
Şerê navbera Rusya û Ukraynayê, ji 24ê Sibata 2022yan û heta niha bê navber dewam dike. Piraniya welatên Ewropayê jî ji bo piştgiriya Ukraynayê, dem bi dem çek û cebilxaneyan ji bo herêma şer dişînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin