Li Çewligê kesekî bi kêrê êrîsî gelek kesan kir: 2 kustî, 7 birîndar

24 July 2024 19:01 0 dîtin
Li Çewligê kesekî bi kêrê êrîsî gelek kesan kir: 2 kustî, 7 birîndar

PeyamaKurd - Li bajarê Çewlîgê yê Bakurê Kurdistanê kesekî ku tê gotin, madeyên hişbir bikar tîne li sûka bajêr bi kêrê êrîşî mirovan kir. Hate ragihandin ku di êrîşê de 2 kes hatine kuştin û 7 kes jî birîndar bûne ku birîne hinekan xedar e.

Rêveberiya Ewlehiyê ya Bajêr li ser bûyerê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku bûyer li qada sûka kevn a Taxa Bahçelîevlerê rû daye û kesekî bi kêrê êrîşî kesên derûdorê kiriye.

Heta gotin: "Kesekî madeyên hişbir bi kar tîne, piştî niqaşekê bi kêrê êrîşî kesên li derûdora xwe kir. Tîmên me hatin cihê bûyerê, tedbîrê ewlehiyê yên berfireh wergirtin û destwerdan kirin. Kesên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlîgê. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin."

Parêzgariya Çewligê jî ragihand, di bûyera li Taxa Bahçelîevlerê li dor demjimêr 13.30 rû daye de,  kesekî bi kêrê êrîşî welatiyan kiriye, 2 kes mirine û 7 kes jî birîndar bûne.

Hate zanîn ku kesê êrîşkar hatiye desteserkirin.