Li Parîsê kesekî bi kêrê êrîsî derdora xwe kir: Gelek birîndar hene

11 January 2023 13:02 0 dîtin
Li Parîsê kesekî bi kêrê êrîsî derdora xwe kir: Gelek birîndar hene

PeyamaKurd Li Parîsê kesekî bi kêrê êrîşî derdora xwe kir û di encamê de gelek kes birîndar bûn û êrîşkar ji aliyê polîsan ve hat bêbandorkirin.

Li gor zanyariyan, li rawestgeha trênê ya li paytexta Fransayê Parîsê êrîşkarekî bi kêrê êrîşî kesên li derdora xwe kir û di encama bûyerê gelek kes birîndar bûn.

Herwiha hat ragihandin, polîsan teqe li kesê êrîşkar kirine û êrîşkar bi lez û bez ji aliyê polîsan ve hatiye bêbandorkirin.