Li Geverê kesekî b kêrê 3 kesan birîndar kir ku yek ji wan jin e

05 January 2025 00:00 0 dîtin
Li Geverê kesekî b kêrê 3 kesan birîndar kir ku yek ji wan jin e

PeyamaKurd – Li bajarê Hakkariya li navça Geverê li ser kolana Cengiz Topelê, kesekî bi kêrê êrîş kir ser sê kesan û di encamê de 3 kes birîndar bûn ku yek ji wan jin e.

Bûyer, ber destê êvarê qewimiye. Ber destê êvarê di navbera du kesan de pevçûn derketiye û paşî kesekî bi kêrê li yên din xistiye. Sedema pevçûnê nayê zanîn lê kesê bi navê A.U. bi kêrê li jina bi navê R.Ç. û du kesên din yên bi navên A.T. û D.B. xistiye û wan birîndar kiriye.

Tîmên pêwendîdar birîndaran birine nexwexana dewletê ya Geverê û rewşa birîndaran başe.